29 Aralık 2017 Cuma

Salnameya min jî bila kêm nemîne

ÇILE: Sersalek bû derbas bû, dîsa bi gelek bîraninên kevn û birînên ku nakewin.
SIBAT: Dîsa 28 roj bûn ew jî derbas bû, dîsa bi gelek bîraninên kevn û birînên ku nakewin.
ADAR: Meha bîranînên komkujiyan. Çiyayekî xewnan jî di vê mehê de hêrifî bû. Derbas bû, dîsa bi gelek bîraninên kevn û birînên ku nakewin.
AVRÊL: Bihareke rengîn bû. Carinan bîranîn jî hatin ji bîrkirin di bîrên kûr î serxweşiyê de. Derbas bû, dîsa bi gelek bîraninên kevn û birînên ku nakewin.
GULAN: Kar, werger û dûblaj, werger û dûblaj. Şevên bê xew û dûkêla çay û cixarê. Derbas bû, dîsa bi gelek bîraninên kevn û birînên ku nakewin.
HEZÎRAN: Havîneke dûrî welêt. Dîsa kar. Derbas bû, dîsa bi gelek bîraninên kevn û birînên ku nakewin.
TEMUZ: Betlane. Li welatên kevnar yên romayiyan ku bi tirkan mayî. Behîvên ku Qudbê û Xirbê Mişkan her roj anîn bîra min. Behreke paqij. Ew jî derbas bû. Bîranîn dîsa hatin ji bîr kirin lê birîn dîsa nekewiyan.
TEBAX: Germ bû. Cara ewil min hungulîskeke zêr xiste tiliya xwe. Lê min zanîbû li çiyayên serhildêr hîn jî deng dibiliyan. Bîranînan rojekê jî ji bîra min derneketin. Bi hêviya toljilanînekê mam. Belkî bû belkî nebû. Derbas bû, dîsa bi gelek bîraninên kevn û birînên ku nakewin.
ÎLON: Payiz ku ew demsala li ber dilê min herî şîrîn. Derbas bû wekî xewnekê lê dîsa bi gelek bîraninên kevn û birînên ku nakewin.
COTMEH: Destpêkirina kar. Têkçûna kurdan, wekî her kurdekî bi rûmet bi dilşewat derbas bû lê çû. Ew tola ku nehatiya hilanîn hîn jî dimîne. Rojekê. Helbet rojekê. Derbas bû, dîsa bi gelek bîraninên kevn û birînên ku nakewin.
MIJDAR: Mehek wekî hemû mehan bû. Derbas bû, dîsa bi gelek bîraninên kevn û birînên ku nakewin.
BERFENBAR: Kawa Nemir û Cumhur Olmez hatin Stenbolê. Ev meh jî wekî yên din derbas bûn. Bîranîn nehatin ji bîr kirin, birîn dîsa nekewiyan.

18 Kasım 2017 Cumartesi

                                            HIŞÊ BIRÎNÊ
        Van rojan birînên zaroktiya min, min diêşînin. Wekî pirzikên qemuşk negirtî, birînên ku di zaroktiyê de li canê min vebûne dixwerin ha dixwerin. Tiştekî sêyre, dema tu destê xwe di ser wan cihan re dibî û wekî ku tu qemûşka wan radikî wan dixwerînî. Lê ew wekî di zaroktiyê de êşeke fizîkî nadin lê di giyanê mirov de wekî kulîlkên heft ber vebin dijenin ha dijenin. Carinan bi êşa wan sermest dibim, di nîvê şevê de bi mahneya cixarê stendinê xwe li kolanên bajarekî mezin digerînim, lê di nava hişê xwe de li gundekî hişyar dibim. Xwe dixapînim, vedigerim çayeke germ û cixareyekê dikşînim, pê dihesim ku kezêbên min reş dibin, careke din destên xwe li birînan radipelikînim. Dîsa heman seyrî, heman xerîbî. Li xortaniya xwe dizivirim. Li derdên bê êş wekî evîn û mirinê. Evîn lê çawa evîn? Evîne ku neçûne serî, evînê ku tu tiştên wan wekî ku hatiye xeyal kirin bi cî nebûne. Birînên wan ku li dil kolayî man e û tu caran qemûşk negirtine. Dilê ku deestê mirovê nagihiyê. Dilê u mirov nikare miz bide. Dilê ku lêdide bi çargopalî di şevên qetranî de û ku ji zûdeye ne bi helbestekê ne bi straneke hew aşt dibe. Dizanim kes nizane bi birîna kesî û birîna herksî herî zêde wan diêşîne lê birînên xelkê yên ku min diêşînin çi ne? Belkî mikurhatinên çend dostên, heyfa li ber wan, çend hestirên ku min dîtî lê ji wan re nebûme detsmalk. An jî çend gotinên şevê ku dikevin qulên dîwaran.
        Lê êşên mirinên... Mirinên bê kes, li serê çiyayekî an li kolanekê, cenazeyên ku bi van destên bi wan dinivîsîm hatine şûştin û daketinê gorên reş. Heval û hogir, birazî û xwarzê... Cenzaeyên apên min ên herî qeşeng, ku di jêr tu mehfûran nedihilan. Li peravên çemekî ku ji mêja dîrokê ve diherikîn. Çemekî ku xwîna gelek hevalan tevlî avên wê bûyî. Di payiz û biharên temenê biyanîyê welatekî de, çûyinên dip dirêj ku mirov heta bi hetayê westiyayê wan be. Dest çawa li êşa mirinê, birîna mirinê tê palandin hew nizanim. Tişta dizanim êşeke dijene û hey dijene di cênîkên min de û wisa ne bi navber, bênavber bi mehan bi salan, bi olana her dengekî re, bi vizîna her bayekî, bi herikîna her avekê, bi dengê çemekî re, ne giringe Bunisra an Ferat be, bi dîtina her çiyayekî re, Bagok an jî Cûdî ne ferqe, Toros jî dibin an jî Çiyayê Hesen, bi firîna her teyrekî, bi her nerîna li asîmanekî, reş an sayî ferq nake asoyek tenê jî bese, bi her pelekî daran ve, bi her pêleke bahran re, bi xuşîna firîne kewekî re...Cênik dijenin dil dijene û hew dibe ser êş, bi rojan, bi salan, belkî jî emrekî dê berdewam be nizanim. Lê dizanim, birîn hey birîne û hişê herî kûr hişê birîne ye. Kûr dibe, kûr dibe bes qet kor nabe.

8 Kasım 2017 Çarşamba

                                                 TIRS, SAW Û AFIRÎNERΠ    

 Tirs û sawên zarokatiyê li ber guhên bajarên biyan jî xwe ji pêsîra mirov bernadin. Carinan di dengekî ku ji nîvê şevê dişeqite û tê de, carinan jê di firîna tivîlkeke ji rê derketî ku li bajêr raselitiye de, carinna jî qêrîniyek bê wext a jinekê de xwe didin der û çok û qidûmên mirov dişikînin. Carinan li malê di xwendina helbestekê de hûn tûşî wê tirs û xofê dibin ku wekî berbejnekê ku ji zarokatiyê ve di stuyê we de maye.
       Carê çîrok hebûn... Pîrebok, cin, dêw, Çiyayê Qaf, pêlewan û şûrbazên bêhempa, Ristemê Zal, Enterê Bin Şedad, Zînka Zêra û hirçê ku ew revandibû. Helbet tirs û xofa ku ji nava van çîrokan derdiket weke xwînê di laşê me de digeriya û carinan wekî ku xwîn li me tewirîbe laşê me ji tirsê sor dibû. Saw û tirsa wan çîrokan gelekî demên dirêj bi min re man.  Gelek caran dema ku ez di ber goristanan re diçûm ez gelekî ditirsiyam. Ya rastî hê jî ez ji goristana ditirsim. Tênetî û bêdengiya goristanan saweke din dixe dilê min.
        Lê ez tiştekî meraq dikim. Gelo zarokên roja me ji çi ditirsin. An jî zarokekî ku li bajêr mezin bûye ji çi ditirse. Sawê digrin gelo? Di nav bajêr de her tiştê ku dibînin dibin sedema tirsan wan? An jî cîhana wan a xeyalî çi qasî berifrehe. Bi ya min tirs jî cîhana mirov a xeyalî berfireh dike. Sêwirînên ku tu di hişên xwe de wan vediguhêzî rasteqîniyê bê çawa te bitirsînin ew afîrîneriya te ya ku ew afirindine jî ew qasî berfirehtir dibe.

27 Ekim 2017 Cuma

                                                     BAJAREK Û XEWNEK

           Niha ez bêjim li gundekî mezinbûm lê min bêtir ji bajarekî hezkir gelek kes dê bawer nekin. Herwiha li gel vê hezkirinê min ew qasî ji wî bajarî nefret jî kir. Gelek kes dê tê derxin ez qala Nisêbînê dikim. Perçe perçe ya rastî meh bi meh beşek ji zaroktiya min û xortaniya min a ewil li bajêr ya rastî di navbera bajêr û gund de derbas bû. Zaroktiya min li mehela Weysîkê derbas bû. Tê bîra min dema pîrika min, bêrîka min tije şekir û qidamkên Mêrdînê dikirin û bi ser de jî têra min pereyên hûr didan min û ez derdiketim kolanê Weysîkê. Helbet cokên navbajêr û qazên sipî yên Nisêbîniyan ku didan pey me zarokan û dikaneke piçûk ku deriyê wê tenekeyî bû qet jî bîra min naçe, dikanên etariyan yên di bodruman de ku hemû pereyên min, zarokên xalên min bi wan dilîstin û min li wan dinerî. Otobûsa belediyê a sor û mezin ku ez gelekî jê ditirsiyam, lewma carekê li birayê min î mezin qelibî bû. Ha ma cadeya Îpekê tê ji bîrkirin tevî ku bi 600-700 metreyî dûrî mala pîrika min wan bû jî, wê çaxê dîsa jî dera herî dûr bû û herî tirsnak bû ku wan çaxan li Nisêbînê min dikarîbûm biçime.
            Paşê dibistana yatilî an jî bi navê wê yê Nisêbînkî mekteba Gundik. Mektebeya ku min her tim hewl dida ez jê bazbidim malê û gelek caran min jê bazdida. Ha ku min got mal ne mala me, mala pîrika min wan. Lewra mala me li gund bû û çi cara min baz bidaya bavê min têra min li min dida. 9-10 saliya min, rojên duşema ku min ji mektebê bazdida û li kolanên Nisêbînê yên bê ser û ber wenda dibûm. Bi rastî jî wenda dibûm paşê gelekên cara bê hemdî xwe di ber Pira Elaman re derdiketim û bi ser rêya malê ve dibûm.
Paşê meaşê mehanê ku mektebê dida me. Ne meaşekî ew qasî zêde bû jî û ew jî ew qasî mieliman jê dikuşt ku tenê hezar du hezar lîreyên wê çaxê diman. Helbet bi wan pereyan tosta ewil ku min xwar û pê bi jahrî ketim û heya zanîngehê jî careke din min tost nexwar. Helbet dema min li zanîngehê jî cara ewil min tosta bi penîr û sicûk dît ez gelekî şaşwaz bibûm, lewra li Nisêbînê tost bi hêkan dihatin çêkirin. (Heke hûn bixwazin tosta bi hêk bixwun hûn dikarin biçin Diyarbekirê, li Nisêbînê nizanim lê li Diyarbekirê hîn jî çêdikin)
Ortaokul û salên herî kirêt yan jî yên herî xweş yê jiyanê, salên balixbûnê ku gelek tiştên bi aqilanê û herî bê mentiq li gel hevûdu di bunyeya mirov de cî diguherin. Dengê ku qalind dibe, pirzikên ku di rûyê mirov re tên û mûyên sêyr ku cih bi cih li rû laşên mirov dertên. Helbet Nisêbin jî mezin dibû. Geh bi tirsê geh bi şahiyê Newrozên qedexe. Helbet Newrozên ku me nedikarî biçin wan û me tenê dilê xwe bi dûkêla tekerên ku li Qamişlo dihatin şewitandin sar dikir. Sal bi sal xwezî bi par bû lê min dixwest mezin bibim. Mezinbûm û dema lîseyê hat..
Lîse… Na wekî Rênas Jiyan gotî min qet şerê kêran nekir. Min ji keçekê re jî helbest nenivîsî. Lê bi ser hemû kuçe û kolanên Nisêbînê ve bûm. Wan çaxan di kolana camiya Seyidan de şelxemfiroşek vebûbû. Cara ewil qedeh bi sed lîreyê wê çaxê yanî deh qirûşê niha me şelxem vedixwar. Bisiklêtê min ê ewil ku her roj pê ji gund dihatim lîseya Nisêbînê. Ew jî efsane bû ha. Tekane lîseya Nisêbînê bû. Di jêr bedil de pêlavên spor, sala pêşî jî mekap. Lê mixabin fotografekî min nîne ji wan rojan. Û bîranîneke min li qantîna wê lîseyê. Sal derbas bûn bilez û bez. Li vê cîhanê bila sal û çemê Bûnisra tenê bêjin em diherikin. Zanîngeh û vegerên dem kurt û bi navber li bajarên efsaneyan û cinan. Stenbol û salên xebata bi nane zikê. Dîsa vegerên dem kurt. Nisêbîna mezin û guherbar. Hê jî dema ez diçûm kelecaneke din a Nisêbînê hebû. Li gel hemû hevalên şehîd wenda û terke dinya bûyî. Newala Bûnisra û xewnenê payizî ku bi sermaya serê sibê re tên ji bîrkirin.

Şer hat, şer hat, şer hat bavo şer hat. Şervan jî hatin û gurên hov jî hatin. Xewna berxê mala bavê min li çiyayê bi xwînê avdayî, bi nêvî hiştin. Em kuştin, em kuştin, em kuştin, me got qey çiya hêriftin. Na na na em hemû bi wê xewna bi nêvî re hiştin. Em kuştin bavo, em kuştin birayo, em kuştin. Xewna me di nav xwînê kuştin û em li wê derê hiştin.

24 Ekim 2017 Salı

                      
                         JI KURTEDÎROKA MIN 2 KONSER

Niha emrê min 34e. Heya vî emrê xwe bi taybetî di nav van deh salên dawî de ez çûme bi sedan konserên muzîkê. Ez çûme ew qas konsert ku carinan dema tên bîra min ez bi xwe jî şaş dibim. Lewra ji konsertên muzîkên etnîk bigre, heya cazzê, heya rockê, dengbêjî û komên kurdan û herwiha hema bêje hemû kom û muzîkjenê giregir yên Tirkan û hinekên ji cîhanê jî. Ji festîvalên rockê bigre heya festîvalên cazzê û festîvalên şaredariyên kurdan ku tiştên wan yên herî xweş konser bûn. Gelek konser û hûnermendan karîgeriya di giyanê min de kiriye, raste nikarim vê nebêjim lê tu konseran bi qasî van 2 konserên ku ez dê bi kurtasî qala wan bikim kar li min nekirine.
Konsera ewil a Kazim Koyuncu bû. Kazimê ku wan deman li Diyarbekirê konserek dabû û gotibû silavên zarokên bahrê li zarokên çiyê dikim. Hem ji ber î aliyê wî hem jî ji ber çepgirî û taybetmendiya muzîka wî min gelekî jê hez dikir. Camêr jî koma ewil a ku bi Lazî rock gotibû avakiribû û her du kasetên wî jî li cem min hebûn. Îgzas û Wa Mişkunan. Dengê wî yê ku tije hezn, di stranên herî bi coş û xiroş de jî gelekî bala min dikêşa. Û min gelekî jê hez dikir. Lewma ji bo min gelekî giring bû.
Heke ez ne şaş bim û mejiyê min min nexapîne ez dibêm sala 2003 bû. Sala min a ewil bû li zanîngehê. Wê demê xwendekarên fakulteya tıbê yên zanîngeha min lê dixwend (Zanîngeha Trakya), li Navenda Çandê ya Sabancî a aîdê zanîngehê konsera Kazim Koyuncu lidrxistibûn. Wê demê hevalekî me yê doktor ji ber ku piştgiriyeke baş a aborî dabû xwendekaran, şeş bilêtên protokolê dabûn wî. Ez jî ew çend roj in ez difikirim ku ez dê çawa biçim konserê. Dema hevalê min got min ji bo te bilet stendiye hem jî ji protokolê, ku hemû cîhan li ser min tapo bikira ez ê ew qasî kêfxweş nebûbama. Werhasil roja konserê hat û em çûn konserê. Kazim Koyuncu 2 metreyan li pêş min stranên xwe digotin û carinan jî min digot li nav çavên min dinere. Lê kelecana min, coşa min nayê gotin. Lê divê ez vê jî bêjim, ji protokolê guhdarîkirina konseran ne ew qasî xweşe. Lewra herkes kamerayekê dide dest we û dibêje ka ji wê derê fotografekî hunermend bikşîne. Di konsera Kazim de jî wisa bû. Min ew qas fotograf ji bo xelkê kêşan ku, nehat bîra min ez kameraya ku min ji hevalê xwe stendiye ji çente derxînim û fotografekî Kazim Koyuncu bigrim. Piştî bi du salan dê Kazim rehmet bikira û ez ê hîn poşmanê wwan kêliyan bimama ku min wêneyekî wî jî nîne.
Konsera duyem a Ciwan Haco bû. Ciwan wan çaxan ji bo min muzîkjenê herî mezin yê Kurd bû. Ya rast hê jî wisa ye lê wekî berê ez hew bi lêv dikim. Lewra ne hewceya tiştên ku ji bo muzîka kurdî kiriye li vir bi rêz bikim û nivîsê dirêj bikim.

Ciwan wan deman her tim li gel min bû. Her tim walkmane min li cem min bû ileh di çenteyê min de kasetek du kasetên Ciwan hebûn. Bêyî Ciwan rêwîtî û meş li min heram bû. Ligel ku wê salê yanî 2004an ez hinekî ji xwe ji cîhanê û ji Ciwan xeyidîbûm jî guhdariya Ciwan her berdewam bû. Lewra di Newrozê de hatibû Batmanê lê min nikaribû biçim. Di heman demê konsereke din li Stenbolê hatibû sazkirin ji ber bê derfêtiyan ez neçûbûme wê konserê jî ku ew konser bi nêvî mabû. Lê çawa dilê min dişewitî nayê gotin. Werhasil ez hatibûm Stenbolê berî bi konserê bi çend rojan. Lewra kurxalê min Baqî Hemza li Stenbolê bû û dê wî bi awayekî ez bişandama konserê. Perê min jî tunebûn jixwe. Heke ez neşandima konserê jî dê teqez pereyên heqê biletê bidana min. Lewra gelek caran alîkarî bi min re dikir. Ji xwe wê çaxê Baqî û Rahmî Batûr ê rojnameger û xwediyê Koçer Produksiyonê li Tunela Beyogluyê restorantek bi navê Noşîcan vekiribûn ku xwarinên Kurdî çêdikirin. Di demek kurt de hemû entelijansiyaya kurdî li cem wan kom dibû li wir xwarin dixwarin. Heta Ciwan Haco bi xwe jî hatibû wê derê û xwarin xwaribû. Roja konserê min berê xwe da wê derê. Min ji Baqî re got xalo wele dixwazim biçim konsera Ciwan. Wî jî got bisekine êvarî dê Rahmî ew biçin tu jî bi wan re biçe. Min got ma bilêt got em ê hal bikin. Lê çawa ez bêjim bi tu awayî saet derbas nabin. Tu dibêjî qey ez li ser êgir im. Lewra ez gelekî nêzîkî konserê bûme di bêrîka min de pere tunene û hîn jî ne diyare dê Rahmî û hevsera xwe biçin konsera an na. Werhasil saet bû dor şeşan. Rahmî û hevsera xwe gotin em diçin konserê. Wele min jî da pey wan. Em hatin Harbiye. Lİ ber derî Rahmî pirsî go ma bilêta te heye. Min got na wele. Keniya. Em di deriyê protokolê re ketin hûndir. Em çûn dîsa li pêş li derekê rûnişt. Ew muzîkjenên efsaneyî ku di kasetên Ciwan de lêdixistin hemû amade bûn. Lê Ciwan ne xuya bû. Min go fersend ev fersend ka ez hinekî li derdorê binerim. Ji Hulya Avşar heya Kazim Koyuncu, gelek hunermendên Tirk jî amade bûn. Li aliyekî min helbestkarê Heyva Li Kavilan Osman Mehmed dît. Ji nişka ve çepikan destpêkir ez dîsa reviyam cihê xwe yê li pêş. Ciwan derkete ser sahnê û got îşev şeva me ye. Ji konserê tenê ew gotin tên bîra min. Wekî din te digot qey ez serxweş bûme. Ew qasî kelecanî bûm ku di cihê xwe de min xwe didê. Nizanim bê çawa konser xelas bû. Tenê ew tê bîra min ku li ber derî min Kazim Koyuncu zeft kir û min xwest wêneyekî wî bikşînim. Lê dîsa ez biser neketim ku wêneyê wî bikşînim. Lewra pozê dawî bû û min kamera zû daxistibû. Tenê her du piyên Kazim Koyuncu derketibûn. Ha ez vê jî bêjim. Min 32 poz fotograf girtin. Hemû gelekî xerab bûn. Lewra ronî pir xerab bû û min jê fêhm nedikir. Tenê 3 pozên ku kekê Rahmî Batûr kêşandibû baş bûn lê yên din hemû pir xerab bûn. Li gel wê xerabiya wan û israra yê fotografkar jî min kulmek pere dan û ew poz hemû derxistin.

12 Şubat 2017 Pazar

BAJARÊN XEWNAN - 1

Marînê

        Rojekê beharî bû. Piştî taveke barana beharî, rojeke bi tav ez û hevalekî xwe bi kamera û trîpodên xwe gihaştin Marînê. Marînê gundê xeyalên min î zarokatiyê bû. Derbarê wê de bi sedan çîrok û efsane hebûn. Ji meseleyên qîrkirina Suryanan bigre, heya meseleyên xezîneyên bin erdê û şikeftên bê dawî yên reş û tarî.
     
      Her çi qasî îro Marîn gundek jî be û wekî gund derbas bibe jî, kesê dîtibe wê xweş têbighe ku ew bajarekî kevnare û bihêzê. Li serê girekî keleheke wekî hêlîna eyloyan bi cihbûye. Ji kelehê deşta Girêmîra heya bi Binxetê xuya dike. Bajar ji dehan şikeftên kevnare û xaniyên ku li ser wan hatine avakirin pêk tê. Her çi qasî îro gelekên van xaniyan kavil jî bin, diyare demekê dirêj kirivên me yên Suryan li wan jiyane û jiyaneke xweş jî derbas kirine. Lewra li aqdên gelek xaniyan hîn jî nivîsên Suryankî hene.

      Bajer bi carekê re mirov dikşîne cîhana xwe ya xeyalî. Dema li nav şikeft û xaniyên kevnare digeriyam, sawekê giran ez girtim. Wek ku wê cinên zarokatiya me bangî min bikirana û ez di şikeftekê ji wan de wenda bikirima heta hetayê. Paşê bi dengê bayekî henîk û sivik bi xwe ve hatim. Ketim nava kevnare kavilekî, ez çi bibînim, nêviyê aqdê herifiye û nêviyên ku maye jî bi nivîsên Suryankî xemilandiye. Tenê bi tipên min peyva Beyt dikarîbû bixwînim ku heman peyv di Erebî de jî heye û di her du zimanan de tê wateya "mal"ê. Xwendina beytê jî ji dêrêkê fêr bibûm. Li wê aqdê beyt dinivîsî lê li holê beyteke ku mirov bistrênê nemabû. Kirivên me hatin bîra min ku bê gelê herêmê berî bi sedsalekê ew çawa kuştibûn. Hê wilo, di guhê min de bû dawet û dezgîrana dengên Suryankî. Kirîv û pismam ji demên kevnare di nav sohbeteke kûr de bûn. Tenê ji axaftinên wan min navê wan fêhm dikirin. Melko, Gewriyê, Axo.... hwd.  Bi carekê re hundirû reş û xumam bû. Bi saw ez derketim, ji jêr, ji aliyê deştê ewrên reş bi şîqe şîq û çirûskan ber bi bajêr ve dihatin. Hê wilo peşkên ewil yên baranê jî danê. Me dîsa xwe spart kavilekî din.

     Dara hejîra maran a li devê derî wekî ku bêje hûn bi xêr hatin bi xuşîn xwe li ba dikir. Lê tirs û sawên zarokatiyê xwe ji pî û kabokên min bernedidan. Li aliyekî şerma giran, li aliyêkî tirsa giran. Baran dîsa sekinî û em ber bi kelehê ve bi jor ketin. Li kelehê min çend serê tîran dîtin. Ewilê min xistin bêrîka xwe lê paşê min dîsa ew danîn cihên wan. Belkî jî ew tîr bûn yê ku xwediyên vî bajarê kevnare kuştin. Dîsa xemgîniyeke giran. Siha çiyê xwe bi jêrê de berdida û hindik mabû tarî dakeve erdê.

     Me xatirxwest û gelek tiştên ku me dîtin, di bîrên bêbinî yên bîra xwe de bi cihkirin û me da rê. Ber bi bajarekî din ve yê kavil û wêran bûyî.




4 Şubat 2017 Cumartesi

Ber bi Bajêr ve

       Berî bi çend salan min ev blog vekiribû. Lê belê min ji bilî du nivîsan tiştek lê nenivîsî. Heya wek îro. Lê ji niha û pê de, êdî dema ku min wext terxankir û mecal di xwe de dî ezê li vê derê hin tiştan binivîsim.
        Di her mijarê de ez difikirim binivîsim. Lê ya rast dixwazim bêtir bi bajar û bajarîbûnê ve eleqedar binivîsim, li gel ku ez kesekî gundî bim jî. Lewra bajarîbûn giringe û sedema wê modernîzma derengmayî jî ne bajarîbûna me ye.
        De kerem kin.