30 Nisan 2020 Perşembe

Rojên Koronayê

Sala 2020an bi xerabîyeke xedar bi ser me de hat. Ji her alîyî ve xeberên ne bi xêr hatin, mirin, kuştin, talan û wêran û talî jî nexweşîya koronayê. Ev 42 roj in em di mal de ne. Tenê hevalê me bûne telefon, compîtur û kitêb in. Ya rastî pisîkê me Zero jî heye. Sebra mala me.
        Min rahişt gelek kitêban, min dest bi wan kir, min hinek xelas kirin, min hinek bi nêvî hiştin. Min gelek nivîs, di nêvî de hiştin, ez gelekî aciz bûm, gelekî hêrs bûm, carinan jê jî kêfxweş bûm. Bi hevalên li pişta bahran re bi telefonê axifîm. Carinan jî bi dîmenî. Min û xoşewîsta xwe şer jî bi hev re kir. Em li hev vegeriyan me careke din hevûdu maç jî kir. Carinan em bi Zero kenîyan, carinan em bi hev re li ber pisîk û kuçikên kolanan ketin. Lê her roj me, qumrî û qijakên ku xwe li ber şibakeya me datînin jî bîr nekirin. Me her roj nan danî ber wan. Kêlîya me dît bi ser wan parîyên na ve bûne em kêfxweş bûn.
        Rojekê gêrikên girtibû êm ên Zero. Em şaş man, çawa li nîvê Stenbolê gêrik werin apartmanekê. Me şekir danî ber devê derî û berê wan de wir. Çûn, wan jî dest ji me berda.
        Rojekê mozeke hingiv rêya xwe şaş kir û di camê re bê vexwendin kete hûndir bû mêvanê me. Çend kêlîyan bû vize viza wê. Zero jî dît, gelekî bala wî kêşand, pey de xwe gelekî li ba kir, lê negihayê. Dawîya dawî ew jî dîsa bi ser rêya xwe bû û di cama ku tê re ketibû hûndir de derket.
       Rojekê min rahişt kitêba çîrokan ya Qedrîcan. Min hemû bi carekê re xwend. Gelekî şaşwaz mam. Lewra zaroktîya me dişibiya hev. Gundîtî zor dijware werhasil.
       Rojekê di nav nivînan de difikirîm. Dîsa gelekî şaş mam ku ez hîn jî şaş didim. Kêfa min gelekî hat bi rastî. Ez careke din pêhisiyam ku ez hîn jî însan im. Piştî gelek serborîyên zor û zehmet, piştî gelek mirin û dîtina tiştên pir xerab, ji nûjen ve pêhisiyam ku dilekî min heye, wezîfeya wî ne veguhaztina xwîna di demaran de ye.
      Rojekê ez pir dereng razam, delala ber dilê min jî bi min re. Em dereng jî şiyar bûn. Ya rastî Zero ez şiyar kirim. Cara pêşî ez li Zero şiyar dibûm, gelekî birçî bibû, da pêşîya min û çû li ber qotîya êmê xwe sekinî. Min êmê wî dayê, careke din razam. Dema şiyar bûm Zero li ser sînga min di xew ve çûbû.
       Rojekê birayê min Hesen telefon vekir, helbesta Arjen Arî ya bi navê "Taa Ferwerdînek Din" xwest. Got; " Ez ê bişînim ji hevalekî xwe yê ku xoşewîstekî wî heye re".  Min helbest dît û wêneyekî rûpelê helbestê kêşand û jê re şand. Kêfxweş bûm, hem ji ber xwendina helbestê, hem jî ji bo pûtepêdana helbesteke kurdî.
      Şevekê min xewnek dît, sibehî gelekî xemgîn û ji haldeketî şiyar bûm. Xewneke wisa bû ku min newêrîbû ji dilê xwe re jî aşkere bikim. Niha difikirim ku min ew xewn jî ji bîr kir wekî gelek xewnên din.
       Şevekê, nizam ne xewn bû ne jî xeyal bû. Ez li serê çiyayekî bilind di nav berfê de mam, lê demsal havîn bû. Qedehek şeraba hinaran di dest min de bû, li xelaseke berfê karxezal diçêriyan û ji nişka ve nêçîrvanek li wan radiselitî. Yek ne tê de tevan baz dida. Pîyên karxezala sekinî dilerizîn û wekî ku nikare bazde bê mefer li alîyê min dinêrî. Min dikir qêrîn bi ser nêçîrvan de da bisekine. Kêlîya rabûm xoşewîsta min bi rûyekî ecêbmayî dipirsî, tu çima diqîrî. Min ev xewn ji bîr nekir.