TIRS, SAW Û AFIRÎNERÎ
Tirs û sawên zarokatiyê li ber guhên bajarên biyan jî xwe ji pêsîra mirov bernadin. Carinan di dengekî ku ji nîvê şevê dişeqite û tê de, carinan jê di firîna tivîlkeke ji rê derketî ku li bajêr raselitiye de, carinna jî qêrîniyek bê wext a jinekê de xwe didin der û çok û qidûmên mirov dişikînin. Carinan li malê di xwendina helbestekê de hûn tûşî wê tirs û xofê dibin ku wekî berbejnekê ku ji zarokatiyê ve di stuyê we de maye.
Carê çîrok hebûn... Pîrebok, cin, dêw, Çiyayê Qaf, pêlewan û şûrbazên bêhempa, Ristemê Zal, Enterê Bin Şedad, Zînka Zêra û hirçê ku ew revandibû. Helbet tirs û xofa ku ji nava van çîrokan derdiket weke xwînê di laşê me de digeriya û carinan wekî ku xwîn li me tewirîbe laşê me ji tirsê sor dibû. Saw û tirsa wan çîrokan gelekî demên dirêj bi min re man. Gelek caran dema ku ez di ber goristanan re diçûm ez gelekî ditirsiyam. Ya rastî hê jî ez ji goristana ditirsim. Tênetî û bêdengiya goristanan saweke din dixe dilê min.
Lê ez tiştekî meraq dikim. Gelo zarokên roja me ji çi ditirsin. An jî zarokekî ku li bajêr mezin bûye ji çi ditirse. Sawê digrin gelo? Di nav bajêr de her tiştê ku dibînin dibin sedema tirsan wan? An jî cîhana wan a xeyalî çi qasî berifrehe. Bi ya min tirs jî cîhana mirov a xeyalî berfireh dike. Sêwirînên ku tu di hişên xwe de wan vediguhêzî rasteqîniyê bê çawa te bitirsînin ew afîrîneriya te ya ku ew afirindine jî ew qasî berfirehtir dibe.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder