JI KURTEDÎROKA MIN 2 KONSER
Niha
emrê min 34e. Heya vî emrê xwe bi taybetî di nav van deh salên dawî de ez çûme
bi sedan konserên muzîkê. Ez çûme ew qas konsert ku carinan dema tên bîra min
ez bi xwe jî şaş dibim. Lewra ji konsertên muzîkên etnîk bigre, heya cazzê,
heya rockê, dengbêjî û komên kurdan û herwiha hema bêje hemû kom û muzîkjenê
giregir yên Tirkan û hinekên ji cîhanê jî. Ji festîvalên rockê bigre heya
festîvalên cazzê û festîvalên şaredariyên kurdan ku tiştên wan yên herî xweş
konser bûn. Gelek konser û hûnermendan karîgeriya di giyanê min de kiriye,
raste nikarim vê nebêjim lê tu konseran bi qasî van 2 konserên ku ez dê bi
kurtasî qala wan bikim kar li min nekirine.
Konsera
ewil a Kazim Koyuncu bû. Kazimê ku wan deman li Diyarbekirê konserek dabû û
gotibû silavên zarokên bahrê li zarokên çiyê dikim. Hem ji ber î aliyê wî hem
jî ji ber çepgirî û taybetmendiya muzîka wî min gelekî jê hez dikir. Camêr jî
koma ewil a ku bi Lazî rock gotibû avakiribû û her du kasetên wî jî li cem min
hebûn. Îgzas û Wa Mişkunan. Dengê wî yê ku tije hezn, di stranên herî bi coş û
xiroş de jî gelekî bala min dikêşa. Û min gelekî jê hez dikir. Lewma ji bo min
gelekî giring bû.
Heke
ez ne şaş bim û mejiyê min min nexapîne ez dibêm sala 2003 bû. Sala min a ewil
bû li zanîngehê. Wê demê xwendekarên fakulteya tıbê yên zanîngeha min lê
dixwend (Zanîngeha Trakya), li Navenda Çandê ya Sabancî a aîdê zanîngehê
konsera Kazim Koyuncu lidrxistibûn. Wê demê hevalekî me yê doktor ji ber ku
piştgiriyeke baş a aborî dabû xwendekaran, şeş bilêtên protokolê dabûn wî. Ez
jî ew çend roj in ez difikirim ku ez dê çawa biçim konserê. Dema hevalê min got
min ji bo te bilet stendiye hem jî ji protokolê, ku hemû cîhan li ser min tapo
bikira ez ê ew qasî kêfxweş nebûbama. Werhasil roja konserê hat û em çûn konserê.
Kazim Koyuncu 2 metreyan li pêş min stranên xwe digotin û carinan jî min digot
li nav çavên min dinere. Lê kelecana min, coşa min nayê gotin. Lê divê ez vê jî
bêjim, ji protokolê guhdarîkirina konseran ne ew qasî xweşe. Lewra herkes
kamerayekê dide dest we û dibêje ka ji wê derê fotografekî hunermend bikşîne.
Di konsera Kazim de jî wisa bû. Min ew qas fotograf ji bo xelkê kêşan ku, nehat
bîra min ez kameraya ku min ji hevalê xwe stendiye ji çente derxînim û
fotografekî Kazim Koyuncu bigrim. Piştî bi du salan dê Kazim rehmet bikira û ez
ê hîn poşmanê wwan kêliyan bimama ku min wêneyekî wî jî nîne.
Konsera
duyem a Ciwan Haco bû. Ciwan wan çaxan ji bo min muzîkjenê herî mezin yê Kurd bû. Ya
rast hê jî wisa ye lê wekî berê ez hew bi lêv dikim. Lewra ne hewceya tiştên ku
ji bo muzîka kurdî kiriye li vir bi rêz bikim û nivîsê dirêj bikim.
Ciwan
wan deman her tim li gel min bû. Her tim walkmane min li cem min bû ileh di
çenteyê min de kasetek du kasetên Ciwan hebûn. Bêyî Ciwan rêwîtî û meş li min
heram bû. Ligel ku wê salê yanî 2004an ez hinekî ji xwe ji cîhanê û ji Ciwan
xeyidîbûm jî guhdariya Ciwan her berdewam bû. Lewra di Newrozê de hatibû
Batmanê lê min nikaribû biçim. Di heman demê konsereke din li Stenbolê hatibû sazkirin
ji ber bê derfêtiyan ez neçûbûme wê konserê jî ku ew konser bi nêvî mabû. Lê
çawa dilê min dişewitî nayê gotin. Werhasil ez hatibûm Stenbolê berî bi konserê
bi çend rojan. Lewra kurxalê min Baqî Hemza li Stenbolê bû û dê wî bi awayekî
ez bişandama konserê. Perê min jî tunebûn jixwe. Heke ez neşandima konserê jî
dê teqez pereyên heqê biletê bidana min. Lewra gelek caran alîkarî bi min re
dikir. Ji xwe wê çaxê Baqî û Rahmî Batûr ê rojnameger û xwediyê Koçer
Produksiyonê li Tunela Beyogluyê restorantek bi navê Noşîcan vekiribûn ku
xwarinên Kurdî çêdikirin. Di demek kurt de hemû entelijansiyaya kurdî li cem
wan kom dibû li wir xwarin dixwarin. Heta Ciwan Haco bi xwe jî hatibû wê derê û
xwarin xwaribû. Roja konserê min berê xwe da wê derê. Min ji Baqî re got xalo
wele dixwazim biçim konsera Ciwan. Wî jî got bisekine êvarî dê Rahmî ew biçin
tu jî bi wan re biçe. Min got ma bilêt got em ê hal bikin. Lê çawa ez bêjim bi
tu awayî saet derbas nabin. Tu dibêjî qey ez li ser êgir im. Lewra ez gelekî
nêzîkî konserê bûme di bêrîka min de pere tunene û hîn jî ne diyare dê Rahmî û
hevsera xwe biçin konsera an na. Werhasil saet bû dor şeşan. Rahmî û hevsera
xwe gotin em diçin konserê. Wele min jî da pey wan. Em hatin Harbiye. Lİ ber
derî Rahmî pirsî go ma bilêta te heye. Min got na wele. Keniya. Em di deriyê
protokolê re ketin hûndir. Em çûn dîsa li pêş li derekê rûnişt. Ew muzîkjenên
efsaneyî ku di kasetên Ciwan de lêdixistin hemû amade bûn. Lê Ciwan ne xuya bû.
Min go fersend ev fersend ka ez hinekî li derdorê binerim. Ji Hulya Avşar heya
Kazim Koyuncu, gelek hunermendên Tirk jî amade bûn. Li aliyekî min helbestkarê
Heyva Li Kavilan Osman Mehmed dît. Ji nişka ve çepikan destpêkir ez dîsa
reviyam cihê xwe yê li pêş. Ciwan derkete ser sahnê û got îşev şeva me ye. Ji
konserê tenê ew gotin tên bîra min. Wekî din te digot qey ez serxweş bûme. Ew
qasî kelecanî bûm ku di cihê xwe de min xwe didê. Nizanim bê çawa konser xelas
bû. Tenê ew tê bîra min ku li ber derî min Kazim Koyuncu zeft kir û min xwest
wêneyekî wî bikşînim. Lê dîsa ez biser neketim ku wêneyê wî bikşînim. Lewra
pozê dawî bû û min kamera zû daxistibû. Tenê her du piyên Kazim Koyuncu
derketibûn. Ha ez vê jî bêjim. Min 32 poz fotograf girtin. Hemû gelekî xerab
bûn. Lewra ronî pir xerab bû û min jê fêhm nedikir. Tenê 3 pozên ku kekê Rahmî
Batûr kêşandibû baş bûn lê yên din hemû pir xerab bûn. Li gel wê xerabiya wan û
israra yê fotografkar jî min kulmek pere dan û ew poz hemû derxistin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder