Marînê
Rojekê beharî bû. Piştî taveke barana beharî, rojeke bi tav ez û hevalekî xwe bi kamera û trîpodên xwe gihaştin Marînê. Marînê gundê xeyalên min î zarokatiyê bû. Derbarê wê de bi sedan çîrok û efsane hebûn. Ji meseleyên qîrkirina Suryanan bigre, heya meseleyên xezîneyên bin erdê û şikeftên bê dawî yên reş û tarî.
Her çi qasî îro Marîn gundek jî be û wekî gund derbas bibe jî, kesê dîtibe wê xweş têbighe ku ew bajarekî kevnare û bihêzê. Li serê girekî keleheke wekî hêlîna eyloyan bi cihbûye. Ji kelehê deşta Girêmîra heya bi Binxetê xuya dike. Bajar ji dehan şikeftên kevnare û xaniyên ku li ser wan hatine avakirin pêk tê. Her çi qasî îro gelekên van xaniyan kavil jî bin, diyare demekê dirêj kirivên me yên Suryan li wan jiyane û jiyaneke xweş jî derbas kirine. Lewra li aqdên gelek xaniyan hîn jî nivîsên Suryankî hene.
Bajer bi carekê re mirov dikşîne cîhana xwe ya xeyalî. Dema li nav şikeft û xaniyên kevnare digeriyam, sawekê giran ez girtim. Wek ku wê cinên zarokatiya me bangî min bikirana û ez di şikeftekê ji wan de wenda bikirima heta hetayê. Paşê bi dengê bayekî henîk û sivik bi xwe ve hatim. Ketim nava kevnare kavilekî, ez çi bibînim, nêviyê aqdê herifiye û nêviyên ku maye jî bi nivîsên Suryankî xemilandiye. Tenê bi tipên min peyva Beyt dikarîbû bixwînim ku heman peyv di Erebî de jî heye û di her du zimanan de tê wateya "mal"ê. Xwendina beytê jî ji dêrêkê fêr bibûm. Li wê aqdê beyt dinivîsî lê li holê beyteke ku mirov bistrênê nemabû. Kirivên me hatin bîra min ku bê gelê herêmê berî bi sedsalekê ew çawa kuştibûn. Hê wilo, di guhê min de bû dawet û dezgîrana dengên Suryankî. Kirîv û pismam ji demên kevnare di nav sohbeteke kûr de bûn. Tenê ji axaftinên wan min navê wan fêhm dikirin. Melko, Gewriyê, Axo.... hwd. Bi carekê re hundirû reş û xumam bû. Bi saw ez derketim, ji jêr, ji aliyê deştê ewrên reş bi şîqe şîq û çirûskan ber bi bajêr ve dihatin. Hê wilo peşkên ewil yên baranê jî danê. Me dîsa xwe spart kavilekî din.
Dara hejîra maran a li devê derî wekî ku bêje hûn bi xêr hatin bi xuşîn xwe li ba dikir. Lê tirs û sawên zarokatiyê xwe ji pî û kabokên min bernedidan. Li aliyekî şerma giran, li aliyêkî tirsa giran. Baran dîsa sekinî û em ber bi kelehê ve bi jor ketin. Li kelehê min çend serê tîran dîtin. Ewilê min xistin bêrîka xwe lê paşê min dîsa ew danîn cihên wan. Belkî jî ew tîr bûn yê ku xwediyên vî bajarê kevnare kuştin. Dîsa xemgîniyeke giran. Siha çiyê xwe bi jêrê de berdida û hindik mabû tarî dakeve erdê.
Me xatirxwest û gelek tiştên ku me dîtin, di bîrên bêbinî yên bîra xwe de bi cihkirin û me da rê. Ber bi bajarekî din ve yê kavil û wêran bûyî.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder