1 Mayıs 2020 Cuma

Rojên Qedexeyê

      Min gelek qedexe dîtin. Heta ez dikarim bêjim ku ez bi qedexeyan mezin bûm. Qedexeyên ku dê û bav li ser min ferz dikirin, yên ku dîn li ser min ferz dikirin, yên ku dibistana leylî, yên îdeolojîyan, yên rêxistinan, yên hêvalan û yên herî dijwar jî qedexeyên ku min li ser xwe datanîn.
      Paşê jî qedexeyên li ser bajarên me kurdan destpêkirin berî bi çend salan. Her çi qasî wê demê bi temmaî ne li Kurdistanê jî bim, ez bi qasî hefteyekê çûbûm û li Kurdistanê mabûm. Niha jî qedexeyên li ser hemû bajarên mezin yên li Tirkiyê û Kurdistanê, yên ji ber koronayê destpêkirin. Em di malê de asê man. Ya rastî em ji xwe di malê de bûn lê ev qedexe, hema bi mirov nexweşin.
     Roja pêşî yê qedexeyê bû. Min gelekî dixwest derkevim derve. Derketim ber derîyê derve. Min nêrî polîs derbas bûn, qêrîyan dîsa vegerîyam malê. Zero pêşwazîya min kir. Lê Zero ne li benda min bû. Ew li benda pisîkeke mê bû ku her roj dihate ber derîyê me û me êm didayê. Lê Zero dxwaze pê re hevaltiyê bike lê jiber nexweşiyê em newêrin wê bînin hûndir.
     Roja duyem, dor êvarî şiyar bûm. Serê min diêşîya, min hebek vexwar lê kar lê nekir. Xewa min jî nedihat ku ji bo êşa serê xwe razim. Min got, ji heqê dînsîzan îmansiz tên û min dubleyek eraq dagirt min bi ser xwe da kir. Êşa serê min neşikest, zêdetir bû lê qet nebe xewa min hat.
    Hefteya Duyem
Roja pêşî rojeke wekî hemû rojan ji rêzê bû. Taştêyeke xweş û çayê û cixareya piştî taştê. Min rahişt "Beytik" a Yeqîn H. min vekir û ji rûpelê ku min vekiribû min xwend. Helbest ev bû:
"li bin kokelê
kevir in, kê şeh kirine li nîrekî ji kewnê
li vir, kê, vebirriye ev kevan, li biniya kavilan
ji kevnehelbestekê

Kokel xalî
Li Wiyalî wext, jê dixwe
tarîx li Viyalî
nema dilivin jî lê pêgên Îlhan Berk'î
lê lêv dipistin hê jî li dûr -ji nişayê

û deng e, dengê Ozan'î kuçeyeke teng e
tê jî nedîtî ve dikeve deftereke -xetxetî
li bin Kokelê, li Perayê"

    Piştî xwendina vê helbestê min kitêb danî û ez jî di nav fetlonekê mejiyê xwe de çûm şevên ku me li ber kokela Galatayê bihurandibûn. Şevên şerabî û sermest û asîmanên sayî yên berê sibehan, li ser sermaya kevirên bajarî. Axxx çendî bê bîr in ev kevirên kevnarê ku, lew qet naaxifin.
    Roja duyem, nizanim çima şiyar bûm. Ji xwe min qet fêhm nekiriye çima li vê jiyanê şiyar bûme. Bi salane li vê yekê difikirim. Bersiveke min nîne. Tenê dijîm.....
    Êvara heman rojê, me şerabek gêlazan a li malê vekir. Wekî şerbetê bû. Têna me lê neşikest lê şûşe zû xelas bû. Stranan û cixarê berdewam kirin. Kêlîya pakêt qedîya min tutin pêça. Kûleke kevn hat li ser dilê min rûnîşt, derengê şevê, xew li min herimand. Şeveke wekî hemû şevan bûn, lê birînên  kevn û nû li hev nekirin. Ez mam d navberê de. Ji kê re çi rave bikim nizanim. Balîf bû hevalê min....
Hefteya Sêyem
     Roja pêşî bû, min taştê amade kir. Seleteyeke zeytûnên şîn min çêkir, biharekê hat xwe li ser sifreya me danî. Perperînkekê xwe li camê da. Xurp xurp kevokê bû li ber camê. Me ji wê rê jî hurikên nên danîn bo taştê. Çavên Zero li kevokê bûn. Taştê qediya, min rahişt Rojnivîska Seferîs.
    Roja duyem, ez wekî kesekî din şiyar bûm ji xew. Xewnên ku li hêvîya wan bûm, qet nehatibûn. Birçî bûm, hinekî jî tî. Lê Zero ji min birçîtîr bû. Min pêşî êm ê wî dayê. Paşê ez çûm min avek vexwar. Kevçîyek dims min bi ser xwe da kir û ez hatim min cixareyek vêxist.
     Roja sêyem bi giranîya li ser sînga xwe şiyar bûm. Zero li ser sînga min razabû. Ketibû xeweke giran de. Wekî ku miherkeke xewê xistibin guhê wî. Ji xwe ve çûbû. Min xwe nelebitand, ji bo şiyar nebe. Çi qas borî nizam, ta ku Burcu şiyar bû, Zero jî şiyar bû û ji ser sînga min rabû. Xewna min dîtî, xewna xêrê bûye. Burcu wisa got.
     Roja çarem, piştî bi rojan cara ewilê ez zû şiyar bûm. Saet heştê sibehê. Min taştê amade kir. Pêşî jî min ji Burcu re qehweyek çêkir. Piştî taştê min carekê din xwe dirêj kir û bi xew ve çûm. Li ber kokelekê şiyar bûm. Mehsera devê kokelê, zuwa bû. Tifikeke pêketî hebû li alîyekî û dem dema kuraftina rezan bû. Kê ez şiyar kirim ji vê xewnê nizanim. Di devê min wexma cixarê. Ji rihê xwe aciz bûm.

       

30 Nisan 2020 Perşembe

Rojên Koronayê

Sala 2020an bi xerabîyeke xedar bi ser me de hat. Ji her alîyî ve xeberên ne bi xêr hatin, mirin, kuştin, talan û wêran û talî jî nexweşîya koronayê. Ev 42 roj in em di mal de ne. Tenê hevalê me bûne telefon, compîtur û kitêb in. Ya rastî pisîkê me Zero jî heye. Sebra mala me.
        Min rahişt gelek kitêban, min dest bi wan kir, min hinek xelas kirin, min hinek bi nêvî hiştin. Min gelek nivîs, di nêvî de hiştin, ez gelekî aciz bûm, gelekî hêrs bûm, carinan jê jî kêfxweş bûm. Bi hevalên li pişta bahran re bi telefonê axifîm. Carinan jî bi dîmenî. Min û xoşewîsta xwe şer jî bi hev re kir. Em li hev vegeriyan me careke din hevûdu maç jî kir. Carinan em bi Zero kenîyan, carinan em bi hev re li ber pisîk û kuçikên kolanan ketin. Lê her roj me, qumrî û qijakên ku xwe li ber şibakeya me datînin jî bîr nekirin. Me her roj nan danî ber wan. Kêlîya me dît bi ser wan parîyên na ve bûne em kêfxweş bûn.
        Rojekê gêrikên girtibû êm ên Zero. Em şaş man, çawa li nîvê Stenbolê gêrik werin apartmanekê. Me şekir danî ber devê derî û berê wan de wir. Çûn, wan jî dest ji me berda.
        Rojekê mozeke hingiv rêya xwe şaş kir û di camê re bê vexwendin kete hûndir bû mêvanê me. Çend kêlîyan bû vize viza wê. Zero jî dît, gelekî bala wî kêşand, pey de xwe gelekî li ba kir, lê negihayê. Dawîya dawî ew jî dîsa bi ser rêya xwe bû û di cama ku tê re ketibû hûndir de derket.
       Rojekê min rahişt kitêba çîrokan ya Qedrîcan. Min hemû bi carekê re xwend. Gelekî şaşwaz mam. Lewra zaroktîya me dişibiya hev. Gundîtî zor dijware werhasil.
       Rojekê di nav nivînan de difikirîm. Dîsa gelekî şaş mam ku ez hîn jî şaş didim. Kêfa min gelekî hat bi rastî. Ez careke din pêhisiyam ku ez hîn jî însan im. Piştî gelek serborîyên zor û zehmet, piştî gelek mirin û dîtina tiştên pir xerab, ji nûjen ve pêhisiyam ku dilekî min heye, wezîfeya wî ne veguhaztina xwîna di demaran de ye.
      Rojekê ez pir dereng razam, delala ber dilê min jî bi min re. Em dereng jî şiyar bûn. Ya rastî Zero ez şiyar kirim. Cara pêşî ez li Zero şiyar dibûm, gelekî birçî bibû, da pêşîya min û çû li ber qotîya êmê xwe sekinî. Min êmê wî dayê, careke din razam. Dema şiyar bûm Zero li ser sînga min di xew ve çûbû.
       Rojekê birayê min Hesen telefon vekir, helbesta Arjen Arî ya bi navê "Taa Ferwerdînek Din" xwest. Got; " Ez ê bişînim ji hevalekî xwe yê ku xoşewîstekî wî heye re".  Min helbest dît û wêneyekî rûpelê helbestê kêşand û jê re şand. Kêfxweş bûm, hem ji ber xwendina helbestê, hem jî ji bo pûtepêdana helbesteke kurdî.
      Şevekê min xewnek dît, sibehî gelekî xemgîn û ji haldeketî şiyar bûm. Xewneke wisa bû ku min newêrîbû ji dilê xwe re jî aşkere bikim. Niha difikirim ku min ew xewn jî ji bîr kir wekî gelek xewnên din.
       Şevekê, nizam ne xewn bû ne jî xeyal bû. Ez li serê çiyayekî bilind di nav berfê de mam, lê demsal havîn bû. Qedehek şeraba hinaran di dest min de bû, li xelaseke berfê karxezal diçêriyan û ji nişka ve nêçîrvanek li wan radiselitî. Yek ne tê de tevan baz dida. Pîyên karxezala sekinî dilerizîn û wekî ku nikare bazde bê mefer li alîyê min dinêrî. Min dikir qêrîn bi ser nêçîrvan de da bisekine. Kêlîya rabûm xoşewîsta min bi rûyekî ecêbmayî dipirsî, tu çima diqîrî. Min ev xewn ji bîr nekir.


21 Eylül 2019 Cumartesi

Sloganên Min ên Ewil

Belkî bi we gelekî sêyr were lê, nizanim ev demeke dirêje min dixwest li ser sloganên xwe yên ewil binivîsim. Lewra baş tê bîra min ka slogana min ewil kîjan bû û min bi çi zehmetiyê xwend. Wan deman min nedizanî bê slogan jî çi bûn. Lê ji bo min ew nivîsên ku yek jê li ser dîwarê febrîqeyekê ya din jî li ser taqa pirekê nivîsandî paş ê gelekî bi qîmet bûn.

Di sala 1990'î de min dest bi dibistaneke leylî kir ku li Tirkiyê wekî YİBO tên nasîn. Wan deman em mehê carekê rojên îna diçûn malê û duşembê em dîsa vedigeriyan dibisatnê. Her du mehên pêşî em raste rast çûne gund. Ji ber ku dibistan li ser rêya Midyadê bû, em ji dev deriyê dibistanê li dolmîşê siwar dibûn û me dida ser rêya Midyadê heta duriyana gundê me, yanî Bazinê Taqa. Em li wir peya dibûn em êdî peya diçûne gund.
Meha sisêyan bû, êdî min hin bi hin dixwend. Rojekê înê em dîsa bi kelecan ji dibistanê derketin. Em li dolmîşê siwar bûn û dolmîşê pêşî em birin Nisêbinê. Ew cara ewil bû em di wê rêyê re diçûn. Dema tu ji rêya Midyadê xwe rast diber de nav Nisêbinê, di rex rê de febrîqeya Zefê hebû. Febrîqeya pembû bû. Ez jî di dolmîşê de li ber camê rûniştibûm. Dema em di ber febrîqeyê rê, jiber xerabûna rê bi hêdî hêdî diçûn min bi tîpên sor yên mezin nivîsek dît û min yekser hewl da bixwînîm. Bîmre koledar, bijî Kurdistan. Gotin di nav serê min de derbas dibe lê tu wateyê nadimê. Ne tirkiya min têrê dike ne jî kurdiya min. Lê gotin her li ser zimanê min e. Di mejiyê min re diçê û tê. Ezher xwe didime zorê ku fêhm bikim lê qet fêhm nakim. Di vegerê de jî careke din em heman rêyê de vegeriyan û min careke din xwend. Dîsa biheman awayî û bi heman bêwatebûnê. Piştî bi du salan dema ez gihame polê sêyemîn, êdî hê nû min fêhm kir ka wateya wê peyvê çi ye û gelekî kêfa min ji wê peyvê û wê febrîqeyê re hat. Lewra di hişê min de wisa bû ku qey xwediyê febrîqeyê ew nivîs li ser dîwarê xwe nivisîye. Tişta balkêş, di nav wê xireciran salên 1990an de kesî nedigot, em wê nivîsê jê bibin. Nizam ne hêzên dewletê nedidîtin an jî didîtin û newêrîbûn jê bibin.
Slogana min a duyem jî li ser taqa pira gund hatibû nivîsîn. Di sala 1994an de dema gundê me jî bi zora dewletê hate vala kirin me bar kire gundekî din. Di ber vî gundî re kanaleke ava diçû û rêya gund jî, ji ber ku di ser kanalê re diçû pirek li serê hatibû ava kirin. Em serê havînî hatine gund. Dema havînê destpêkir em çûn ku bikevin avê. Hemû zarokên gund, li ber pirê diketin avê de. Helbet ez jî. Wê çaxê min li ser taqa pirê nivîsek dît. Kawa bû Pêşmerge. Min ew xwend û yekser fêhm kir. Lê min ji kesî re nedigot. Lewra hebû ku serê Kawa bikeve belayê. Di hişê min de wisa bû ku Kawa yekî ji vî gundî ye û beşdarî pêşmergeyan bûye ku wî hingî rêxistina li Bakur jî ji şervanên xwe re digot pêşmerge. Piştî bi salekê wexta rojekê min di kovarekê de dît ku Kawa esas navê rêxistinekê ye.

29 Aralık 2017 Cuma

Salnameya min jî bila kêm nemîne

ÇILE: Sersalek bû derbas bû, dîsa bi gelek bîraninên kevn û birînên ku nakewin.
SIBAT: Dîsa 28 roj bûn ew jî derbas bû, dîsa bi gelek bîraninên kevn û birînên ku nakewin.
ADAR: Meha bîranînên komkujiyan. Çiyayekî xewnan jî di vê mehê de hêrifî bû. Derbas bû, dîsa bi gelek bîraninên kevn û birînên ku nakewin.
AVRÊL: Bihareke rengîn bû. Carinan bîranîn jî hatin ji bîrkirin di bîrên kûr î serxweşiyê de. Derbas bû, dîsa bi gelek bîraninên kevn û birînên ku nakewin.
GULAN: Kar, werger û dûblaj, werger û dûblaj. Şevên bê xew û dûkêla çay û cixarê. Derbas bû, dîsa bi gelek bîraninên kevn û birînên ku nakewin.
HEZÎRAN: Havîneke dûrî welêt. Dîsa kar. Derbas bû, dîsa bi gelek bîraninên kevn û birînên ku nakewin.
TEMUZ: Betlane. Li welatên kevnar yên romayiyan ku bi tirkan mayî. Behîvên ku Qudbê û Xirbê Mişkan her roj anîn bîra min. Behreke paqij. Ew jî derbas bû. Bîranîn dîsa hatin ji bîr kirin lê birîn dîsa nekewiyan.
TEBAX: Germ bû. Cara ewil min hungulîskeke zêr xiste tiliya xwe. Lê min zanîbû li çiyayên serhildêr hîn jî deng dibiliyan. Bîranînan rojekê jî ji bîra min derneketin. Bi hêviya toljilanînekê mam. Belkî bû belkî nebû. Derbas bû, dîsa bi gelek bîraninên kevn û birînên ku nakewin.
ÎLON: Payiz ku ew demsala li ber dilê min herî şîrîn. Derbas bû wekî xewnekê lê dîsa bi gelek bîraninên kevn û birînên ku nakewin.
COTMEH: Destpêkirina kar. Têkçûna kurdan, wekî her kurdekî bi rûmet bi dilşewat derbas bû lê çû. Ew tola ku nehatiya hilanîn hîn jî dimîne. Rojekê. Helbet rojekê. Derbas bû, dîsa bi gelek bîraninên kevn û birînên ku nakewin.
MIJDAR: Mehek wekî hemû mehan bû. Derbas bû, dîsa bi gelek bîraninên kevn û birînên ku nakewin.
BERFENBAR: Kawa Nemir û Cumhur Olmez hatin Stenbolê. Ev meh jî wekî yên din derbas bûn. Bîranîn nehatin ji bîr kirin, birîn dîsa nekewiyan.

18 Kasım 2017 Cumartesi

                                            HIŞÊ BIRÎNÊ
        Van rojan birînên zaroktiya min, min diêşînin. Wekî pirzikên qemuşk negirtî, birînên ku di zaroktiyê de li canê min vebûne dixwerin ha dixwerin. Tiştekî sêyre, dema tu destê xwe di ser wan cihan re dibî û wekî ku tu qemûşka wan radikî wan dixwerînî. Lê ew wekî di zaroktiyê de êşeke fizîkî nadin lê di giyanê mirov de wekî kulîlkên heft ber vebin dijenin ha dijenin. Carinan bi êşa wan sermest dibim, di nîvê şevê de bi mahneya cixarê stendinê xwe li kolanên bajarekî mezin digerînim, lê di nava hişê xwe de li gundekî hişyar dibim. Xwe dixapînim, vedigerim çayeke germ û cixareyekê dikşînim, pê dihesim ku kezêbên min reş dibin, careke din destên xwe li birînan radipelikînim. Dîsa heman seyrî, heman xerîbî. Li xortaniya xwe dizivirim. Li derdên bê êş wekî evîn û mirinê. Evîn lê çawa evîn? Evîne ku neçûne serî, evînê ku tu tiştên wan wekî ku hatiye xeyal kirin bi cî nebûne. Birînên wan ku li dil kolayî man e û tu caran qemûşk negirtine. Dilê ku deestê mirovê nagihiyê. Dilê u mirov nikare miz bide. Dilê ku lêdide bi çargopalî di şevên qetranî de û ku ji zûdeye ne bi helbestekê ne bi straneke hew aşt dibe. Dizanim kes nizane bi birîna kesî û birîna herksî herî zêde wan diêşîne lê birînên xelkê yên ku min diêşînin çi ne? Belkî mikurhatinên çend dostên, heyfa li ber wan, çend hestirên ku min dîtî lê ji wan re nebûme detsmalk. An jî çend gotinên şevê ku dikevin qulên dîwaran.
        Lê êşên mirinên... Mirinên bê kes, li serê çiyayekî an li kolanekê, cenazeyên ku bi van destên bi wan dinivîsîm hatine şûştin û daketinê gorên reş. Heval û hogir, birazî û xwarzê... Cenzaeyên apên min ên herî qeşeng, ku di jêr tu mehfûran nedihilan. Li peravên çemekî ku ji mêja dîrokê ve diherikîn. Çemekî ku xwîna gelek hevalan tevlî avên wê bûyî. Di payiz û biharên temenê biyanîyê welatekî de, çûyinên dip dirêj ku mirov heta bi hetayê westiyayê wan be. Dest çawa li êşa mirinê, birîna mirinê tê palandin hew nizanim. Tişta dizanim êşeke dijene û hey dijene di cênîkên min de û wisa ne bi navber, bênavber bi mehan bi salan, bi olana her dengekî re, bi vizîna her bayekî, bi herikîna her avekê, bi dengê çemekî re, ne giringe Bunisra an Ferat be, bi dîtina her çiyayekî re, Bagok an jî Cûdî ne ferqe, Toros jî dibin an jî Çiyayê Hesen, bi firîna her teyrekî, bi her nerîna li asîmanekî, reş an sayî ferq nake asoyek tenê jî bese, bi her pelekî daran ve, bi her pêleke bahran re, bi xuşîna firîne kewekî re...Cênik dijenin dil dijene û hew dibe ser êş, bi rojan, bi salan, belkî jî emrekî dê berdewam be nizanim. Lê dizanim, birîn hey birîne û hişê herî kûr hişê birîne ye. Kûr dibe, kûr dibe bes qet kor nabe.

8 Kasım 2017 Çarşamba

                                                 TIRS, SAW Û AFIRÎNERΠ    

 Tirs û sawên zarokatiyê li ber guhên bajarên biyan jî xwe ji pêsîra mirov bernadin. Carinan di dengekî ku ji nîvê şevê dişeqite û tê de, carinan jê di firîna tivîlkeke ji rê derketî ku li bajêr raselitiye de, carinna jî qêrîniyek bê wext a jinekê de xwe didin der û çok û qidûmên mirov dişikînin. Carinan li malê di xwendina helbestekê de hûn tûşî wê tirs û xofê dibin ku wekî berbejnekê ku ji zarokatiyê ve di stuyê we de maye.
       Carê çîrok hebûn... Pîrebok, cin, dêw, Çiyayê Qaf, pêlewan û şûrbazên bêhempa, Ristemê Zal, Enterê Bin Şedad, Zînka Zêra û hirçê ku ew revandibû. Helbet tirs û xofa ku ji nava van çîrokan derdiket weke xwînê di laşê me de digeriya û carinan wekî ku xwîn li me tewirîbe laşê me ji tirsê sor dibû. Saw û tirsa wan çîrokan gelekî demên dirêj bi min re man.  Gelek caran dema ku ez di ber goristanan re diçûm ez gelekî ditirsiyam. Ya rastî hê jî ez ji goristana ditirsim. Tênetî û bêdengiya goristanan saweke din dixe dilê min.
        Lê ez tiştekî meraq dikim. Gelo zarokên roja me ji çi ditirsin. An jî zarokekî ku li bajêr mezin bûye ji çi ditirse. Sawê digrin gelo? Di nav bajêr de her tiştê ku dibînin dibin sedema tirsan wan? An jî cîhana wan a xeyalî çi qasî berifrehe. Bi ya min tirs jî cîhana mirov a xeyalî berfireh dike. Sêwirînên ku tu di hişên xwe de wan vediguhêzî rasteqîniyê bê çawa te bitirsînin ew afîrîneriya te ya ku ew afirindine jî ew qasî berfirehtir dibe.

27 Ekim 2017 Cuma

                                                     BAJAREK Û XEWNEK

           Niha ez bêjim li gundekî mezinbûm lê min bêtir ji bajarekî hezkir gelek kes dê bawer nekin. Herwiha li gel vê hezkirinê min ew qasî ji wî bajarî nefret jî kir. Gelek kes dê tê derxin ez qala Nisêbînê dikim. Perçe perçe ya rastî meh bi meh beşek ji zaroktiya min û xortaniya min a ewil li bajêr ya rastî di navbera bajêr û gund de derbas bû. Zaroktiya min li mehela Weysîkê derbas bû. Tê bîra min dema pîrika min, bêrîka min tije şekir û qidamkên Mêrdînê dikirin û bi ser de jî têra min pereyên hûr didan min û ez derdiketim kolanê Weysîkê. Helbet cokên navbajêr û qazên sipî yên Nisêbîniyan ku didan pey me zarokan û dikaneke piçûk ku deriyê wê tenekeyî bû qet jî bîra min naçe, dikanên etariyan yên di bodruman de ku hemû pereyên min, zarokên xalên min bi wan dilîstin û min li wan dinerî. Otobûsa belediyê a sor û mezin ku ez gelekî jê ditirsiyam, lewma carekê li birayê min î mezin qelibî bû. Ha ma cadeya Îpekê tê ji bîrkirin tevî ku bi 600-700 metreyî dûrî mala pîrika min wan bû jî, wê çaxê dîsa jî dera herî dûr bû û herî tirsnak bû ku wan çaxan li Nisêbînê min dikarîbûm biçime.
            Paşê dibistana yatilî an jî bi navê wê yê Nisêbînkî mekteba Gundik. Mektebeya ku min her tim hewl dida ez jê bazbidim malê û gelek caran min jê bazdida. Ha ku min got mal ne mala me, mala pîrika min wan. Lewra mala me li gund bû û çi cara min baz bidaya bavê min têra min li min dida. 9-10 saliya min, rojên duşema ku min ji mektebê bazdida û li kolanên Nisêbînê yên bê ser û ber wenda dibûm. Bi rastî jî wenda dibûm paşê gelekên cara bê hemdî xwe di ber Pira Elaman re derdiketim û bi ser rêya malê ve dibûm.
Paşê meaşê mehanê ku mektebê dida me. Ne meaşekî ew qasî zêde bû jî û ew jî ew qasî mieliman jê dikuşt ku tenê hezar du hezar lîreyên wê çaxê diman. Helbet bi wan pereyan tosta ewil ku min xwar û pê bi jahrî ketim û heya zanîngehê jî careke din min tost nexwar. Helbet dema min li zanîngehê jî cara ewil min tosta bi penîr û sicûk dît ez gelekî şaşwaz bibûm, lewra li Nisêbînê tost bi hêkan dihatin çêkirin. (Heke hûn bixwazin tosta bi hêk bixwun hûn dikarin biçin Diyarbekirê, li Nisêbînê nizanim lê li Diyarbekirê hîn jî çêdikin)
Ortaokul û salên herî kirêt yan jî yên herî xweş yê jiyanê, salên balixbûnê ku gelek tiştên bi aqilanê û herî bê mentiq li gel hevûdu di bunyeya mirov de cî diguherin. Dengê ku qalind dibe, pirzikên ku di rûyê mirov re tên û mûyên sêyr ku cih bi cih li rû laşên mirov dertên. Helbet Nisêbin jî mezin dibû. Geh bi tirsê geh bi şahiyê Newrozên qedexe. Helbet Newrozên ku me nedikarî biçin wan û me tenê dilê xwe bi dûkêla tekerên ku li Qamişlo dihatin şewitandin sar dikir. Sal bi sal xwezî bi par bû lê min dixwest mezin bibim. Mezinbûm û dema lîseyê hat..
Lîse… Na wekî Rênas Jiyan gotî min qet şerê kêran nekir. Min ji keçekê re jî helbest nenivîsî. Lê bi ser hemû kuçe û kolanên Nisêbînê ve bûm. Wan çaxan di kolana camiya Seyidan de şelxemfiroşek vebûbû. Cara ewil qedeh bi sed lîreyê wê çaxê yanî deh qirûşê niha me şelxem vedixwar. Bisiklêtê min ê ewil ku her roj pê ji gund dihatim lîseya Nisêbînê. Ew jî efsane bû ha. Tekane lîseya Nisêbînê bû. Di jêr bedil de pêlavên spor, sala pêşî jî mekap. Lê mixabin fotografekî min nîne ji wan rojan. Û bîranîneke min li qantîna wê lîseyê. Sal derbas bûn bilez û bez. Li vê cîhanê bila sal û çemê Bûnisra tenê bêjin em diherikin. Zanîngeh û vegerên dem kurt û bi navber li bajarên efsaneyan û cinan. Stenbol û salên xebata bi nane zikê. Dîsa vegerên dem kurt. Nisêbîna mezin û guherbar. Hê jî dema ez diçûm kelecaneke din a Nisêbînê hebû. Li gel hemû hevalên şehîd wenda û terke dinya bûyî. Newala Bûnisra û xewnenê payizî ku bi sermaya serê sibê re tên ji bîrkirin.

Şer hat, şer hat, şer hat bavo şer hat. Şervan jî hatin û gurên hov jî hatin. Xewna berxê mala bavê min li çiyayê bi xwînê avdayî, bi nêvî hiştin. Em kuştin, em kuştin, em kuştin, me got qey çiya hêriftin. Na na na em hemû bi wê xewna bi nêvî re hiştin. Em kuştin bavo, em kuştin birayo, em kuştin. Xewna me di nav xwînê kuştin û em li wê derê hiştin.