27 Ekim 2017 Cuma

                                                     BAJAREK Û XEWNEK

           Niha ez bêjim li gundekî mezinbûm lê min bêtir ji bajarekî hezkir gelek kes dê bawer nekin. Herwiha li gel vê hezkirinê min ew qasî ji wî bajarî nefret jî kir. Gelek kes dê tê derxin ez qala Nisêbînê dikim. Perçe perçe ya rastî meh bi meh beşek ji zaroktiya min û xortaniya min a ewil li bajêr ya rastî di navbera bajêr û gund de derbas bû. Zaroktiya min li mehela Weysîkê derbas bû. Tê bîra min dema pîrika min, bêrîka min tije şekir û qidamkên Mêrdînê dikirin û bi ser de jî têra min pereyên hûr didan min û ez derdiketim kolanê Weysîkê. Helbet cokên navbajêr û qazên sipî yên Nisêbîniyan ku didan pey me zarokan û dikaneke piçûk ku deriyê wê tenekeyî bû qet jî bîra min naçe, dikanên etariyan yên di bodruman de ku hemû pereyên min, zarokên xalên min bi wan dilîstin û min li wan dinerî. Otobûsa belediyê a sor û mezin ku ez gelekî jê ditirsiyam, lewma carekê li birayê min î mezin qelibî bû. Ha ma cadeya Îpekê tê ji bîrkirin tevî ku bi 600-700 metreyî dûrî mala pîrika min wan bû jî, wê çaxê dîsa jî dera herî dûr bû û herî tirsnak bû ku wan çaxan li Nisêbînê min dikarîbûm biçime.
            Paşê dibistana yatilî an jî bi navê wê yê Nisêbînkî mekteba Gundik. Mektebeya ku min her tim hewl dida ez jê bazbidim malê û gelek caran min jê bazdida. Ha ku min got mal ne mala me, mala pîrika min wan. Lewra mala me li gund bû û çi cara min baz bidaya bavê min têra min li min dida. 9-10 saliya min, rojên duşema ku min ji mektebê bazdida û li kolanên Nisêbînê yên bê ser û ber wenda dibûm. Bi rastî jî wenda dibûm paşê gelekên cara bê hemdî xwe di ber Pira Elaman re derdiketim û bi ser rêya malê ve dibûm.
Paşê meaşê mehanê ku mektebê dida me. Ne meaşekî ew qasî zêde bû jî û ew jî ew qasî mieliman jê dikuşt ku tenê hezar du hezar lîreyên wê çaxê diman. Helbet bi wan pereyan tosta ewil ku min xwar û pê bi jahrî ketim û heya zanîngehê jî careke din min tost nexwar. Helbet dema min li zanîngehê jî cara ewil min tosta bi penîr û sicûk dît ez gelekî şaşwaz bibûm, lewra li Nisêbînê tost bi hêkan dihatin çêkirin. (Heke hûn bixwazin tosta bi hêk bixwun hûn dikarin biçin Diyarbekirê, li Nisêbînê nizanim lê li Diyarbekirê hîn jî çêdikin)
Ortaokul û salên herî kirêt yan jî yên herî xweş yê jiyanê, salên balixbûnê ku gelek tiştên bi aqilanê û herî bê mentiq li gel hevûdu di bunyeya mirov de cî diguherin. Dengê ku qalind dibe, pirzikên ku di rûyê mirov re tên û mûyên sêyr ku cih bi cih li rû laşên mirov dertên. Helbet Nisêbin jî mezin dibû. Geh bi tirsê geh bi şahiyê Newrozên qedexe. Helbet Newrozên ku me nedikarî biçin wan û me tenê dilê xwe bi dûkêla tekerên ku li Qamişlo dihatin şewitandin sar dikir. Sal bi sal xwezî bi par bû lê min dixwest mezin bibim. Mezinbûm û dema lîseyê hat..
Lîse… Na wekî Rênas Jiyan gotî min qet şerê kêran nekir. Min ji keçekê re jî helbest nenivîsî. Lê bi ser hemû kuçe û kolanên Nisêbînê ve bûm. Wan çaxan di kolana camiya Seyidan de şelxemfiroşek vebûbû. Cara ewil qedeh bi sed lîreyê wê çaxê yanî deh qirûşê niha me şelxem vedixwar. Bisiklêtê min ê ewil ku her roj pê ji gund dihatim lîseya Nisêbînê. Ew jî efsane bû ha. Tekane lîseya Nisêbînê bû. Di jêr bedil de pêlavên spor, sala pêşî jî mekap. Lê mixabin fotografekî min nîne ji wan rojan. Û bîranîneke min li qantîna wê lîseyê. Sal derbas bûn bilez û bez. Li vê cîhanê bila sal û çemê Bûnisra tenê bêjin em diherikin. Zanîngeh û vegerên dem kurt û bi navber li bajarên efsaneyan û cinan. Stenbol û salên xebata bi nane zikê. Dîsa vegerên dem kurt. Nisêbîna mezin û guherbar. Hê jî dema ez diçûm kelecaneke din a Nisêbînê hebû. Li gel hemû hevalên şehîd wenda û terke dinya bûyî. Newala Bûnisra û xewnenê payizî ku bi sermaya serê sibê re tên ji bîrkirin.

Şer hat, şer hat, şer hat bavo şer hat. Şervan jî hatin û gurên hov jî hatin. Xewna berxê mala bavê min li çiyayê bi xwînê avdayî, bi nêvî hiştin. Em kuştin, em kuştin, em kuştin, me got qey çiya hêriftin. Na na na em hemû bi wê xewna bi nêvî re hiştin. Em kuştin bavo, em kuştin birayo, em kuştin. Xewna me di nav xwînê kuştin û em li wê derê hiştin.

24 Ekim 2017 Salı

                      
                         JI KURTEDÎROKA MIN 2 KONSER

Niha emrê min 34e. Heya vî emrê xwe bi taybetî di nav van deh salên dawî de ez çûme bi sedan konserên muzîkê. Ez çûme ew qas konsert ku carinan dema tên bîra min ez bi xwe jî şaş dibim. Lewra ji konsertên muzîkên etnîk bigre, heya cazzê, heya rockê, dengbêjî û komên kurdan û herwiha hema bêje hemû kom û muzîkjenê giregir yên Tirkan û hinekên ji cîhanê jî. Ji festîvalên rockê bigre heya festîvalên cazzê û festîvalên şaredariyên kurdan ku tiştên wan yên herî xweş konser bûn. Gelek konser û hûnermendan karîgeriya di giyanê min de kiriye, raste nikarim vê nebêjim lê tu konseran bi qasî van 2 konserên ku ez dê bi kurtasî qala wan bikim kar li min nekirine.
Konsera ewil a Kazim Koyuncu bû. Kazimê ku wan deman li Diyarbekirê konserek dabû û gotibû silavên zarokên bahrê li zarokên çiyê dikim. Hem ji ber î aliyê wî hem jî ji ber çepgirî û taybetmendiya muzîka wî min gelekî jê hez dikir. Camêr jî koma ewil a ku bi Lazî rock gotibû avakiribû û her du kasetên wî jî li cem min hebûn. Îgzas û Wa Mişkunan. Dengê wî yê ku tije hezn, di stranên herî bi coş û xiroş de jî gelekî bala min dikêşa. Û min gelekî jê hez dikir. Lewma ji bo min gelekî giring bû.
Heke ez ne şaş bim û mejiyê min min nexapîne ez dibêm sala 2003 bû. Sala min a ewil bû li zanîngehê. Wê demê xwendekarên fakulteya tıbê yên zanîngeha min lê dixwend (Zanîngeha Trakya), li Navenda Çandê ya Sabancî a aîdê zanîngehê konsera Kazim Koyuncu lidrxistibûn. Wê demê hevalekî me yê doktor ji ber ku piştgiriyeke baş a aborî dabû xwendekaran, şeş bilêtên protokolê dabûn wî. Ez jî ew çend roj in ez difikirim ku ez dê çawa biçim konserê. Dema hevalê min got min ji bo te bilet stendiye hem jî ji protokolê, ku hemû cîhan li ser min tapo bikira ez ê ew qasî kêfxweş nebûbama. Werhasil roja konserê hat û em çûn konserê. Kazim Koyuncu 2 metreyan li pêş min stranên xwe digotin û carinan jî min digot li nav çavên min dinere. Lê kelecana min, coşa min nayê gotin. Lê divê ez vê jî bêjim, ji protokolê guhdarîkirina konseran ne ew qasî xweşe. Lewra herkes kamerayekê dide dest we û dibêje ka ji wê derê fotografekî hunermend bikşîne. Di konsera Kazim de jî wisa bû. Min ew qas fotograf ji bo xelkê kêşan ku, nehat bîra min ez kameraya ku min ji hevalê xwe stendiye ji çente derxînim û fotografekî Kazim Koyuncu bigrim. Piştî bi du salan dê Kazim rehmet bikira û ez ê hîn poşmanê wwan kêliyan bimama ku min wêneyekî wî jî nîne.
Konsera duyem a Ciwan Haco bû. Ciwan wan çaxan ji bo min muzîkjenê herî mezin yê Kurd bû. Ya rast hê jî wisa ye lê wekî berê ez hew bi lêv dikim. Lewra ne hewceya tiştên ku ji bo muzîka kurdî kiriye li vir bi rêz bikim û nivîsê dirêj bikim.

Ciwan wan deman her tim li gel min bû. Her tim walkmane min li cem min bû ileh di çenteyê min de kasetek du kasetên Ciwan hebûn. Bêyî Ciwan rêwîtî û meş li min heram bû. Ligel ku wê salê yanî 2004an ez hinekî ji xwe ji cîhanê û ji Ciwan xeyidîbûm jî guhdariya Ciwan her berdewam bû. Lewra di Newrozê de hatibû Batmanê lê min nikaribû biçim. Di heman demê konsereke din li Stenbolê hatibû sazkirin ji ber bê derfêtiyan ez neçûbûme wê konserê jî ku ew konser bi nêvî mabû. Lê çawa dilê min dişewitî nayê gotin. Werhasil ez hatibûm Stenbolê berî bi konserê bi çend rojan. Lewra kurxalê min Baqî Hemza li Stenbolê bû û dê wî bi awayekî ez bişandama konserê. Perê min jî tunebûn jixwe. Heke ez neşandima konserê jî dê teqez pereyên heqê biletê bidana min. Lewra gelek caran alîkarî bi min re dikir. Ji xwe wê çaxê Baqî û Rahmî Batûr ê rojnameger û xwediyê Koçer Produksiyonê li Tunela Beyogluyê restorantek bi navê Noşîcan vekiribûn ku xwarinên Kurdî çêdikirin. Di demek kurt de hemû entelijansiyaya kurdî li cem wan kom dibû li wir xwarin dixwarin. Heta Ciwan Haco bi xwe jî hatibû wê derê û xwarin xwaribû. Roja konserê min berê xwe da wê derê. Min ji Baqî re got xalo wele dixwazim biçim konsera Ciwan. Wî jî got bisekine êvarî dê Rahmî ew biçin tu jî bi wan re biçe. Min got ma bilêt got em ê hal bikin. Lê çawa ez bêjim bi tu awayî saet derbas nabin. Tu dibêjî qey ez li ser êgir im. Lewra ez gelekî nêzîkî konserê bûme di bêrîka min de pere tunene û hîn jî ne diyare dê Rahmî û hevsera xwe biçin konsera an na. Werhasil saet bû dor şeşan. Rahmî û hevsera xwe gotin em diçin konserê. Wele min jî da pey wan. Em hatin Harbiye. Lİ ber derî Rahmî pirsî go ma bilêta te heye. Min got na wele. Keniya. Em di deriyê protokolê re ketin hûndir. Em çûn dîsa li pêş li derekê rûnişt. Ew muzîkjenên efsaneyî ku di kasetên Ciwan de lêdixistin hemû amade bûn. Lê Ciwan ne xuya bû. Min go fersend ev fersend ka ez hinekî li derdorê binerim. Ji Hulya Avşar heya Kazim Koyuncu, gelek hunermendên Tirk jî amade bûn. Li aliyekî min helbestkarê Heyva Li Kavilan Osman Mehmed dît. Ji nişka ve çepikan destpêkir ez dîsa reviyam cihê xwe yê li pêş. Ciwan derkete ser sahnê û got îşev şeva me ye. Ji konserê tenê ew gotin tên bîra min. Wekî din te digot qey ez serxweş bûme. Ew qasî kelecanî bûm ku di cihê xwe de min xwe didê. Nizanim bê çawa konser xelas bû. Tenê ew tê bîra min ku li ber derî min Kazim Koyuncu zeft kir û min xwest wêneyekî wî bikşînim. Lê dîsa ez biser neketim ku wêneyê wî bikşînim. Lewra pozê dawî bû û min kamera zû daxistibû. Tenê her du piyên Kazim Koyuncu derketibûn. Ha ez vê jî bêjim. Min 32 poz fotograf girtin. Hemû gelekî xerab bûn. Lewra ronî pir xerab bû û min jê fêhm nedikir. Tenê 3 pozên ku kekê Rahmî Batûr kêşandibû baş bûn lê yên din hemû pir xerab bûn. Li gel wê xerabiya wan û israra yê fotografkar jî min kulmek pere dan û ew poz hemû derxistin.